Latest topics
Top posters
admin (156) | ||||
shvan_guli (31) | ||||
shvan.nl (10) | ||||
niwar (4) | ||||
bewar-duhoki (2) | ||||
دا ر زين (2) | ||||
support-kurd (2) | ||||
sheto (1) | ||||
lara m (1) |
بابهتێن مالپهری
Loading
پیڤانا حهژێکرنێ
زانینا حهژێکرنێ
زانینا حهژێکرنێ دناڤبهرا دوو کهسا ... ڤالاهیا ئێکێ ناڤێ کهسێ ئێکێ بنڤیسه و ڤالاهیا دووێ ناڤێ دووێ بنڤیسه و تهخمین کلیک که ... ناڤا بپیتێن ئنگلیزی بهس بنڤێسه.Sala 2015 zana dê gehine dûrtirîn hesareya koma rojê
Rûpel 1 ji 1
Sala 2015 zana dê gehine dûrtirîn hesareya koma rojê

[You must be registered and logged in to see this image.]
Haşim Mecîd Banî
Koma rojê hindek hesareyên biçûk di navdane û nahêne hejmartin hesare, digel wan her heşt hesarên dî yên mezin. Biloto heta sala 2006-ê dihate hejmartin hesare dinav koma rojê da û her wêneyekê bo koma rojê dihate danan ev hesare jî digel dabû, lê li sala 2006 ji layê êketiya felekî ya cîhanî hate derêxistin û nahête hejmartin hesare digel her heşt hesareyên dî yên mezin ku 4 ji wan hesareyên kevrîne û yên dî hesareyên gazî ne. Ev hesareyên dî yên biçûk ji bilî biloto wekî Sîrîs dihêne hejmartin (kewkeb) û pêk dihên ji av û bestî û hindek madeyên dî yên wekî karbon û kevrî û ev hesareya biçûk li sala 1801 ji layê zanayê Îtalî Biyazî hatiye dîtin. hesareya Rîs yan Zîna ewa li sala 2005-ê ji layê tiliskopa radyo ya palomar ewa birêka pêlên radyoyê kardike hatiye dîtin ew jî dihête hejmartin hesareyeka biçûk û lisala 2006-ê êketiya felekî piştî dan û standineka dûr û dirêj ev hesare hejmart hesareya duwê ya biçûk li nav koma rojê û çi pêzanîn dirust ji vê hesareyê nahêne zanîn û evê kombûnê navê hesareya biçûk dana 2003 yo bî 313 . Ji bilî van hesareya evên dî yên binavê Mîkomak û Hîkî ew jî parçekin ji koma rojê belê pêzanîn li ser van êkcar dikêmin û zana pîte bivan nedaye. Hesara Biloto ewa li dev miletê Romanî dihate nasîn bi xwedawenda cîhana jêrî û bi bîrûbawera Hindusa êk ji zêrevanên duzexê ye (Haris Alcehnem). Ev hesare 5,906,380,000 km ya ji rojê dûre û kêşa wê dibîte 6,390,000000 kgm. ev hesare li sala 1930 hatiye dîtin ji layê zanayê Emerîkî Kilayid Tombu piştî bo maweyekê dûr û dirêj dûvçûn kirî. Dîtina vê hesarê gelek karekê bi zehmet bû li ser erdî ewjî ji ber biçûkî ya wê û pêkhateyekê wesa yê biçûk li nav koma rojê û bi wê dûratiya hinde dûr ji rojê wekî zana dibêjin ya bi zehmet bû heta mirov bişêt bizane ka eve pêkhateyeka koma rojê ye yan ne û eve egerê serekî bo lewma direng ev hesare hate dîtin. Evê hesareya qezim hêza rakêşaneka gelek kêm ya hey zana dibêjin eger li ser erdî kêşa mirovî 70 kîlogeram be li ser vê hesarê kêşa mirovî dê bîte 4 kîlogeram. Heta nuke nehatiye zanîn kanê bergê bay (Xîlaf Cew) heye yan ne eger hebe jî zanayan nezaniye ev berge ji çi pêkdihêt. 247 salên erdî diborin heta saleka vê hesarê dibore ewjî ji ber dûratiya wê ye ji rojê. Du heyv li dor dizivrin û heyvên wê di mezinin ne di biçûkin wekî heyvên hesareyên dî. Heta nuke çi lêkolîn li ser vê hesareyê nehatîne kirin bitinê bi rêka tiliskupa dûvçûna vê hesareyê hatiye kirin û li vê dawiyê berî 5 heyvan tiliskup Habil şiya hindek wêneyên vê hesareyê bigire û ev wêne dihêne hejmartin êkemîn wêne ji nêzîk bo vê hesareyê hatîne girtin û ev wêne li ser malpera nasa û tiliskup Habil hatîne belavkirin. Nasa li sala 2006 amîrek binavê Niyo horayzoniz hinartiye û biryare li sala 2015 ev amîre bigehîte nêzîkî vê hesareyê û liwî demî dê nihêniyên wê yên berze hêne zanîn. Eger çi arîşe bo vî amîreyî peyda nebûn dê li demê xwe gehe. Heta nuke ew bas û lêkolînên li ser vê hesareyê hatîne kirin hemî ji dûr hatîne kirin û renge demê geheştina vî amîreyî gelek ji van pêzanînan dûr bin ji rastiyê.

Permissions in this forum:
Tu nikarî bersîv bide ser mesajên li ser vê forumê.
|
|
Fri Jun 29, 2012 4:09 am by admin
» کود12 ریکلام
Fri Jun 29, 2012 4:07 am by admin
» lara m
Wed May 30, 2012 3:49 pm by admin
» چهوا ئیمێلهکێ هوتمێل بو خو دروستکهی
Sat Jan 14, 2012 3:47 am by admin
» Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?
Sat Jan 14, 2012 3:20 am by admin
» Ronahi TV’
Sat Jan 14, 2012 3:19 am by admin
» Serok Barzanî pirotukoleka dîrokî digel Ferensa morkir
Wed Nov 30, 2011 6:25 am by shvan_guli
» موزیکهکا خهمگین
Wed Nov 30, 2011 6:14 am by shvan_guli