duhok-xzmat
♥️【★】 【★】پولیسێت مالپه‌ری بدیڤ ته‌ ڤه‌ خو توماربکه‌【★】♥️【★】♥️

Join the forum, it's quick and easy

duhok-xzmat
♥️【★】 【★】پولیسێت مالپه‌ری بدیڤ ته‌ ڤه‌ خو توماربکه‌【★】♥️【★】♥️
duhok-xzmat
Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.
Latest topics
» ئیمێلێ یاهوو (Yahoo Email) فێرکرنا دروستکرنا
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? EmptyFri Jun 29, 2012 4:09 am by admin

» کود12 ریکلام
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? EmptyFri Jun 29, 2012 4:07 am by admin

» lara m
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? EmptyWed May 30, 2012 3:49 pm by admin

» چه‌وا ئیمێله‌کێ هوتمێل بو خو دروستکه‌ی
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? EmptySat Jan 14, 2012 3:47 am by admin

» Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? EmptySat Jan 14, 2012 3:20 am by admin

» Ronahi TV’
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? EmptySat Jan 14, 2012 3:19 am by admin

» Serok Barzanî pirotukoleka dîrokî digel Ferensa morkir
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? EmptyWed Nov 30, 2011 6:25 am by shvan_guli

» موزیکه‌کا خه‌مگین
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? EmptyWed Nov 30, 2011 6:14 am by shvan_guli

Top posters
admin (156)
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_lcapGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_voting_barGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_rcap 
shvan_guli (31)
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_lcapGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_voting_barGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_rcap 
shvan.nl (10)
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_lcapGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_voting_barGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_rcap 
niwar (4)
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_lcapGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_voting_barGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_rcap 
bewar-duhoki (2)
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_lcapGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_voting_barGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_rcap 
دا ر زين (2)
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_lcapGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_voting_barGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_rcap 
support-kurd (2)
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_lcapGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_voting_barGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_rcap 
sheto (1)
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_lcapGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_voting_barGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_rcap 
lara m (1)
Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_lcapGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_voting_barGelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? I_vote_rcap 

بابه‌تێن مالپه‌ری
Loading
پیڤانا حه‌ژێکرنێ

زانینا حه‌ژێکرنێ

زانینا حه‌ژێکرنێ دناڤبه‌را دوو که‌سا ... ڤالاهیا ئێکێ ناڤێ که‌سێ ئێکێ بنڤیسه‌ و ڤالاهیا دووێ ناڤێ دووێ بنڤیسه‌ و ته‌خمین کلیک که‌ ... ناڤا بپیتێن ئنگلیزی به‌س بنڤێسه‌.

+ =

Gallery


Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? Empty
RSS feeds


Yahoo! 
MSN 
AOL 
Netvibes 
Bloglines 


Poll

Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?

2 posters

Go down

Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? Empty Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?

Mesaj by admin Sat Jun 12, 2010 9:10 pm

Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? Thumb-6-2010-almlf_com_4g8bfumf
Îbrahîm GUÇLU


Piştî li Tirkiyeyê hukumeta AK Partiyê desthilatdar bû, di siyaseta dewleta tirk a navneteweyî de guhertineke gelek mezin hate holê. Dewleta Tirk di pêwendiya xwe ya navneteweyî de, ji Yekîtiya Ewrupayê zêdetir giranî da ser Rojhilata Navîn û welatên îslam. Bi taybetî jî dema ku Dawudoğlu bû wezîrê karên derve, ev siyaseta hîn diyartir bû û qarektereke îdeolojîk jî qezenç kir. Bi taybetî jî Dawudoglu bi parametreyên osmanî ya nû tevgeriya û tevdigere.

Dawudoglu jî dizane ku wek demên berê welatên ereban yanî koloniyên Împeratoriya Osmanî jinûve nakeve bin desthilatdarî û hegemonyaya Dewleta Tirk. Lê bes bi pîvanên nû û bi taybetî jî bi riya emperyal ya aborı, siyasî û entellektûelî dikarin siyaseta împaratorî ya nû bikarin bimeşînin. Gorî we jî, tevgerandineke gelek bi plan û program tê meşandin.

Ev siyaseta Dewleta Tirk a li dinyayê bi gelek awayan tê minaqeşe kirin. Tê gotin ku Dewleta Tirk beriya xwe ji ABDê û ji Yekîtiya Ewrupayê diguherîne û beriya xwe ber bi welatên îslamî, Rusyayê, Çînê, Hindîstanê dike. Ev pirsa bi serê xwe hewcedariya minaqeşeyeke kûr û fireh e. Lê mijara ev nivîsara min ne ew e.

Ez di vê nivîsarê xwe de bes li ser pêwendî û siyaseta Dewleta Tirk a li hemberı Îranê û Îsraîlê dixwazim rawestim.

*****

Îran û Tirkiyeyê du welatên Rojhilata Navîn yên kevn in. Îran, li ser bingeh û mîrasa împeratoriya Farisî, Tirkiyeyê li ser bingeh û mîrasa Împeratoriya Osmanî ava bûye. Di dema herûdu împeratoriyan de, reqabete gelek mezin hebû. Di navbeyna herûdu împeratoriyan de jî şerê gelek dijwar pêk hatin. Ev şeran bi taybetî jî li ser axa Kurdistanê hatin meşandin. Piştî reqabetek û şerekî dijwar, di navbeyna împaretoriya Osmanî û Farisî de li Qesrî Şêrînê di 1639-an de peymanek çê bû û bi vê peymanê tuxubên herûdu împeratoriyan diyar bûn. Piştî Peymana Qesr-i Şêrînê, di navbeyna herûdu Împeratoriyan de çawa tuxub nehatin guhertin, di navbeyna Dewleta Tirk ya nû û Îranê de jî ev tuxuban nehatin guhertin. Îro jî ev tuxuban dom dikin.

Piştî Peymana Qesr-i Şêrînê Kurdistan jî bû du beş. Beşa mezin di bin bandora Împeratoriya Osmanî de û beşa biçûk di bin bandora împeratoriya Farisî de ma. Ew rewşê heta Peymana Lozanê domand. Kurdistan piştî Peymana Lozanê bû çar beş û Kurdistan di heman dem de ket bin bandora Dewleta Iraqê û Suriyeyê jî. Kurdistan jî bû herêmek û welatekî kolonî ya navneteweyî.

Hîn îro jî, ev statuya Kurdistanê nehatiye guhertin. Bes li Iraqê di rewşa siyasî de guhertinek heye. Başurê Kurdistanê bi tevayî nebe jî, bi beşeke mezin federe ye û girêdayî merkeza federal ya Dewleta Federal ya Iraqê ye.

Ev rewşa Kurdistanê ya parçekirî her demê di siyaseta çar dewletên kolonyalîst de bûye mijareke gelek girîng û stratejîk. Tirkiyeyê, Iranê, Iraqê, Suriyeyê her demê dema ku bi hev re danûstandin kirine û dikin, dema ku bi dinyayê re danûstandin dikin, her demê Kurdistan di dereceya yekem de dane ber çav. Tirkiyeyê her demê li hemberî Tevgerên Kurdistanê li hemû beşan helwest nîşan daye û nexwestiye ku li Rojhilata Kurdistanê Komara Kurdistanê ya Mehabadê, li Başurê Kurdistanê Otonomiya Başurê Kurdistanê jiyana xwe bidomîne. Li Iraqê jî, piştî salên 2003-an li dijî federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê derketiye.

Di vê merheleyê de jî, ev siyaseta klasîk ya Tirkiyeyê û xesasiyetên wê dom dikin. Di pirsa Kerkûkê de siyaseta wê ya dijminî û dijwar tê zanîn.

Di navbeya Îranê û Tirkiyeyê de bi taybetî piştî avabûna Komara Îslamî û rejîma teokratîk pirsgirêk û nekokiyên girîng hatin rojevê. Lewra Komara Îslamî dixwest ku li Rojhilata Navîn û hemû dinyaya îslamî, împeratoriya Islamî ava bike û di vê împeratoriyê de jî desthilatdar be. Îranê ji bona vê yekê jî, li Tirkiyeyê û li hemû welatên îslamî xwest ku hêzên xwe yên taybetî ava bike. Hizbûlallah encamê vê siyasetê hat ava kirin. Bi PKKê re li ser vê bingehê danûstandin û alîkarî hat kirin.

Lê van salên dawî Îran mecbûr bû ku dev ji ev siyaseta xwe berde. Wê demê jî di pêwendiyên Îranê û Tirkiyeyê başbûn qewimî.

Di vê merheleyê de jî, Tirkiye, li hemberî ABDê û Yekîtiya Ewrupayê û hemû dinyayê, di pirsa nûkleerî de piştgiriya Îranê dike. Manewreyên Îran nikare bicerbîne, Tirkiyeyê dicerbîne.

Di vê piştgiriyê de ew helwest û qarektera îslamî rolekî dilîze. Lê tê zanîn ku ev yeka têre nake. Pirsa girîng, pirsa Rojhilata Kurdistanê ye. Lewra Tirkiyeyê baş dizane ku dema Neteweya Yekgirtî û ABDê, li Îranê midaxeleyeke leşkerî bike, parçebûna Îranê te holê û Kurdistan dê bibe dewleteke serbixwe.

Ev jî ji bona Tirkiyeyê xeter e. Lewra dema ku Rojhilata Kurdistanê û Başurê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bikevin nav pêwendiyan, bi hev re berjewendiya kurdistanî û kurdî biparêzin, statû û hebûna dewleta tirk dikeve xeteriyê.

Loma jî sedema stratejîk ya pêwendiya Tirkiyeyê û Îranê, ne pirsa nûkleerî ye, pirsa miletê kurd e.

*****

Pêwendiya Tirkiyeyê û Îsraîlê jî, pêwendiyeke kevn e. Ev pêwendiya di dema hukumeta Tansu Çîllerî- Necmeddîn Erbakanî de xurt bû. Di dema hukumeta AK Partiyê de xurttir bû. Ji Îsraîlê çekên giran hatin kirîn û helîkopter hatin girtin û belafirên şer bi destê Îsraîlê hatin reoraganîze kirin. Lê van demên dawî, bi taybetî jî du-sê salên dawî Hukumeta AK Partiyê li hemberî Îsraîlê dijminitiyeke xurt dimeşîne.

Serokwezîr ji qetlîama Îsraîlê û ji kuştina zarokan bahs kir, ji Hamasê re xwedî derket û bi Hamasê re pêwendî danî, di platforma Dawosê de li hemberî serokkomarê Îsraîlê ku şexsiyetekî navneteweyî ye, êrişek pêk anî.

Di van rojên dawî de jî, çekên nûkleerî yên Îsraîlê wek sedema êriş û dijminitiya xwe nîşan didin. Li hemberî îsraîlê qempeyeke navneteweyî dimeşînin.

Ji bona nekokî û dijminitiye Tirkiyeyê li hemberî Îsraîlê çend sedem hene. Yek sedemek, qarektera hukumetê ya îslamî ye. Lê sedema girîngtir gorî baweriya min ew e ku Îsraîl ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re raste rast alîkarî dike û ji kurdan re bi giştî helwesteke pozîtîf nîşan dide.

Lewra dema ku sedema dijminitiya Îsraîlê Tirkiyeyê, kuştina zarokên fîlistiyan be, divê zarokên kurdan nayên kuştin. Lê tê zanîn ku ji bona zarokên kurdan, serokwezîr di ehwaleke taybet de biryar û talîmata kuştina zarokan da. Heger sedem maf û azadiyên mirovî be, serokwezîr ji qetlîama Sudanê re xwedî derket û serokkomarê Sudanê yê ji qetlîamê sucdar, vexwendin Tirkiyeyê.

*****

Ev siyaseta Dewleta Tirk a klasîk a ji kurdan re dijminitî dike, gelek xeter e. Bi vê siyasetê demokratîzebûna Tirkiyeyê mimkun nîn e. Dîsa bi vê siyasetê “pirsa neteweyî ya kurd” jî çareser nabe. Ji mafên kurdan re rêzgirtin jî nabe.

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Amed, 07. 05. 2010
admin
admin
رێڤه‌به‌رێ گشتی
رێڤه‌به‌رێ گشتی

Hejmara Nûçeyan : 156
Join date : 2010-05-29
Age : 32
Welat : kurdistan
ئه‌ڤروکه‌ ئه‌ڤروکه‌ : بارانه

http://www.duhok-xzmat.tk

Vegere jor Go down

Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? Empty Re: Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?

Mesaj by shvan_guli Wed Nov 30, 2011 6:28 am

dest xash mifa bo birast ev rastiye bo ji diroka kurda her reshe

shvan_guli
ئه‌ندامێ به‌رده‌وام
ئه‌ندامێ به‌رده‌وام

Hejmara Nûçeyan : 31
Join date : 2011-11-29

Vegere jor Go down

Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? Empty Re: Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?

Mesaj by admin Sat Jan 14, 2012 3:20 am

sopas kak shvan bo commenta ta
admin
admin
رێڤه‌به‌رێ گشتی
رێڤه‌به‌رێ گشتی

Hejmara Nûçeyan : 156
Join date : 2010-05-29
Age : 32
Welat : kurdistan
ئه‌ڤروکه‌ ئه‌ڤروکه‌ : بارانه

http://www.duhok-xzmat.tk

Vegere jor Go down

Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye? Empty Re: Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?

Mesaj by Sponsored content


Sponsored content


Vegere jor Go down

Vegere jor


 
Permissions in this forum:
Tu nikarî bersîv bide ser mesajên li ser vê forumê.