Latest topics
Top posters
admin (156) | ||||
shvan_guli (31) | ||||
shvan.nl (10) | ||||
niwar (4) | ||||
bewar-duhoki (2) | ||||
دا ر زين (2) | ||||
support-kurd (2) | ||||
sheto (1) | ||||
lara m (1) |
بابهتێن مالپهری
Loading
پیڤانا حهژێکرنێ
زانینا حهژێکرنێ
زانینا حهژێکرنێ دناڤبهرا دوو کهسا ... ڤالاهیا ئێکێ ناڤێ کهسێ ئێکێ بنڤیسه و ڤالاهیا دووێ ناڤێ دووێ بنڤیسه و تهخمین کلیک که ... ناڤا بپیتێن ئنگلیزی بهس بنڤێسه.Diyarî birin bo her zarokekê nû ji dayik dibe diyardeye yan.?!
duhok-xzmat :: جڤاک
Rûpel 1 ji 1
Diyarî birin bo her zarokekê nû ji dayik dibe diyardeye yan.?!

[You must be registered and logged in to see this image.]
Zaxo, Jiyan Îzedîn
Eve zarokê wê yê şeşê ku ji dayik dibe ma kê pê çê dibe bo hemiyan diyariyan bibe û eger to nebey jî dê ture bin, Nehila jinek 34 salî bû di berdewamiya axivtina xweda bo Evro diyar kir ku civakê me kêmasiyê nake deriheqê zarok bûnêde, hevirikî ye û hey li wî û babê wî tijî berderî û kulana zarok bike, ya ji wan ve medheye, Nehilayê got eger zarokê wê yê yekê be ne arîşeye mirov diyariyekê bibe û biçe seredanê lê eger her sal û zarokek be diviya mirov bes bo wan kar bike û bes ber bi rêka mala wan biçe, lewma ez dibînim diyarî birin bi kêr civakê me nahêt û eger her nemîne baştire.
Azad Mihemed vekolerê civakî diyar kir ku ev çende li dever bo deverekê cawazî heye û li hindek deveran her nemaye û eger hebe jî bitinê yekcare û hindek deveran jî yek yan deh bibin diviya bo diyariya bibin û biçine seredana wê, evejî di zivirît bo diyardên civakî li wan deveran ku neşên jê derikevin yan ne dûre belko bûye mudêl, yan jî li nav civakê me de neşên neçin çunko dê bi nîgetîv bo zivirîtin û belko dibe cihê dilmanê lewma hindek neçar in jî vî karî bikin.
Zehira jineka 42 salî bû dibêje: Ma eger bi hêceta zarok bûnê tu neçî seredanê û wan nebînî, ma seredan mane, ji bilî hebûna dewat û taziyan bes ev çende maye jin bişên yek û dû bibînin, evejî ne bi dilê zelamaye û yê bi jivanê wê jî qedexe bikin, zehirayê diyar kir ku niha ew şûna diyariyan hema hindek para bo dibin, ewjî liser pê çêbûna kesî dimînit ka çend para dibe.
Vekolerê civakî jî dibêje gelek caran evê diyardê bi karek baş dibînim bi taybet eger bo xêzanên kêm deramet bin û xelk şûna diyariyan paran bo bibe çunko dê bo bibe dahatek, ew bişên pêdivyên wî zarokî pê dabîn bikin, livêre jî ya baş dibînim li wê xêzanê binêrin eger pêdivîne bila bo diyariyeka remzî ku kartêkirinekê neke li ser barê madî yê wan jî û eger dît pêdivî nînin û barê aburî yê wan başe ne merce diyariyê bo bibin û her seredan bitinê bese.
Mamostaya aburiyê Beyan Remezan diyar kir ku eger ev diyarde ji sinorê xwe derbaz bû ne dûre kartêkirinên madî jî bike ser piraniya xêzanan bi taybet ewên dest kurt û kêm deramet, evê mamostayê got belko bo berî niha ne tiştekê weha bargiran be çunku te çend kes nasîbûn belku bes ew kesên nêzîkî te bûn lê niha xelkek têkelî hev dû bûye û nasiyarî zêde bûye lewma eger her jineka zarokî bîne û mirov diyariyekê bo bibe eve dê ji qalibê pêdivî derikeve û ziyan û xirabyên wê pitir lê hatin ji başiyên wê, lewma dibêjim ku ya baş ewe diyarî digel xwe birin ne merc be belko her seredana wê bitinê bes be.
Fewiziya Mirad jî got xwezî bes demê zarok dibe mirovî diyarî bo biriba lê ew dibe were bo diyariyekê bibe û salek pê naçe dê cejna bûnê bo bikin û vêca dê bidine dûv yek her sal û cejna bûnê, eve eger bes bo zarokekî be belê sipas bo xwedê di civakê me de cihê zarokên kesê di tirumbêla wan de nake evca bo hemiyan mirovî pê çê nabe diyariyan bibe û bi bûçûna min diyarî birin bes bo zarokê yekê be qeydî nake lê ne yek li dûv yekî be.
Vekolerê civakî Azad Mihemed ew jî diyar kir ku seredan zur di giringin bo hemû kesan, bi taybet li nav civakê me yê kurdî de evca bi çi sîfet mirov biçe wê seredanê, diyarî birin jî eger ji wî kesê seredanê dike bihêt tiştekê gelek ciwane lê eger kawdanên wî yên maddî neguncin pêdiviyelayenê beramber jî bi tiştekê siruştî wergire ne xwe jê ture bike yan bibe cihê dilmanê, yan dîjî dibînim eger ev diyarî birine bimîne wî demê cejna bûna zarokî dihê kirin baştire bû bibin nek wextê ji nû ji dayik dibe çunko tu çi bibî wî demî wî zarokî ageh jê nîne ka te çi bir yan nebir lê li demê cejna bûnê dê keyfek bo wî zarokî dirust be û hest pê bike ku bûye cihê giringî pê danê ji layê kes û karên xwe ve.
Lêburînê bixwaze daku yê xuştivî bî
Renge ya bi zehmet be zelam lêburînê ji hevjîna xwe bixwazît, belê zana dibêjin piştî zelam dilê hevjîna xwe dihêlît pêdivî ye daxwaza lêburînê jê bike, hixeke ne jin dê tûşî haletekê derûnî bît.
Vekulerên kulîja ûrikster ya pizîşkî diyardken heke zelamî reftareka req digel hevjîna xwe ku û daxwaza lêburînê jê nekir dê be eger fişara wê ya xwînê bilind bibe û evejî bi rolê xwe dibe egerê tûşbuna wê bi nexoşiyeka dilî û celita mêşkî.
Herwesan diyar kir jî ku ew jinên guh li peyva (bibure) ji devê hevjînê xwe dibe bi rêja 20% yekser fişara wan ya xwînê vedigereve bu haletê wan yê siruştî.
Didemê vekulîn li ser wan hatî ye kirin daxwaz jê hate kirin ku jihevdu ture bibin û paşî piştî pênc xuleka daxwaza lêburînê ji hevdu xwastin û encam hatin tumarikirin û diyarbû ku jin zûtir vedigerineve bo haletê xwe yê siruştî û vekuleran got: Lêburîn mifayî li derûn û saxlemiya cestey ya jinan dike.

Permissions in this forum:
Tu nikarî bersîv bide ser mesajên li ser vê forumê.
|
|
Fri Jun 29, 2012 4:09 am by admin
» کود12 ریکلام
Fri Jun 29, 2012 4:07 am by admin
» lara m
Wed May 30, 2012 3:49 pm by admin
» چهوا ئیمێلهکێ هوتمێل بو خو دروستکهی
Sat Jan 14, 2012 3:47 am by admin
» Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?
Sat Jan 14, 2012 3:20 am by admin
» Ronahi TV’
Sat Jan 14, 2012 3:19 am by admin
» Serok Barzanî pirotukoleka dîrokî digel Ferensa morkir
Wed Nov 30, 2011 6:25 am by shvan_guli
» موزیکهکا خهمگین
Wed Nov 30, 2011 6:14 am by shvan_guli