Latest topics
Top posters
admin (156) | ||||
shvan_guli (31) | ||||
shvan.nl (10) | ||||
niwar (4) | ||||
bewar-duhoki (2) | ||||
دا ر زين (2) | ||||
support-kurd (2) | ||||
sheto (1) | ||||
lara m (1) |
بابهتێن مالپهری
Loading
پیڤانا حهژێکرنێ
زانینا حهژێکرنێ
زانینا حهژێکرنێ دناڤبهرا دوو کهسا ... ڤالاهیا ئێکێ ناڤێ کهسێ ئێکێ بنڤیسه و ڤالاهیا دووێ ناڤێ دووێ بنڤیسه و تهخمین کلیک که ... ناڤا بپیتێن ئنگلیزی بهس بنڤێسه.Serokkomarê Tirkiyeyê careka din balkişand ser mijara Kurd û daxwaza lezê kir
Rûpel 1 ji 1
Serokkomarê Tirkiyeyê careka din balkişand ser mijara Kurd û daxwaza lezê kir
Di: 27.05.2009 Sehet: 23:08
----------------------------------------------------------------------------------------------
Ebdullah Gul vê carê got: 'Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê ecele bê kirin'
AMED, (HAWAR NET) - Serokkomarê Tirkiyeyê Ebdullah Gul ku bi gotinên wek "Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî mezin ya Tirkiyeyê ye û ez bawerim tiştên baş dê pêk werin, li ber me delfeteke dîrokî heye" lêgerîna çareseriyê ji bo pirsgirêka kurd xiste rojevê, niha daxûyaniyek nû da û got: „divê em hinekî bi lez bin, bi derengî nekevin“. Ev daxûyaniya wî ya dawîn jî wisa xuyaye dê rojevê diyar bike.
Ebdullah Gul di serdana xwe ya Kirgizîstanê de bi rojnamevanan re axifî û tiştên girîng ragihand. Gul got; „Belê pirsgirêka kurd pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê û divê were çareser kirin û divê em bi lez bin.“
" Berpirsiyarî dikeve ser milê herkesî"
Gul got;"Çareserî çiqas dereng bikeve dê ewqas problem jî derkevin, ji ber vê divê ji bo çareseriyê ecele bê kirin."
Gul her wiha diyar kir û got;"Ev meseleyeke mezin e, divê her alî erka dikeve ser milê wî pêk bîne; divê mixalafet jî bi avayekî pozîtîf tevbigere û li şûna ku bibin asteng bila bibin alîkar."
Wisa xûyaye ku ev gotinên Gul dîsa dê gellek were nirxandin û nîqaş li ser werê kirin.
Nîqaş ji peyamên Gul dest pê kir
Serokkomarê Dewleta Tirk Abdullah Gul beriya hilbijartinê dema diçû Tehranê di sohbeta xwe ya bi rojnamevanan re anîbû ziman ku ‘dê di warê pirsgirêka kurd de tiştên baş pêk bên’. Gul piştî vegera ji Tehranê çûbû Bexdayê jî û dîsa di balafirê de peyva ‘Kurdistanê bi kar anî bû’. Ji ber hêrîşkariyan, piştî vegeriya Enqereyê gotina xwe înkar kir.
Gul herî dawî hefteya borî dema ji Pragê vedigeriya got: “Divê di warê pirsgirêka kurd de tiştên baş pêk bên. Jidestdayîna vê pêvajoyê baş nabe.”
„Hişê“ dewleta Tirk di meseleya Kurd de tevlihev e
Dewleta Tirk heta nuha di mijara „çareserkirina“ pirsgirêka Kurd de bi avayekî dûrû tevdigere. Carna hin gavên baş tên avêtin, an jî muneqeşeyên erênî tên kirin, lê piştî demekî ev hewldanên pozitîf tên asteng kirin û piştre careka din „rojên reş“ bi ser Kurdan re tên. Di nav dezgehên dewleta Tirk de nêrîneke yekgirtî tune. Vê carê bahsa hevahengiyekî di nabeyna dezgehên fermî de tê kirin, lê ev jî heta çi dereceyê heye hê jî ne diyar e. Ji aliyekî ve bahsa hevahengê tê kirin, lê ji aliyê din ve piştî hewldanên Serokkomar operasyonên leşkerî tên kirin, zordarî li ser DTPyîyan zêde dibe. Heta dadgehek li dijê Serokkomar doz vedike. Ev hemî diyardeyên xerab in û wisa xuya dike, qirûcira navxweyî ya dewleta Tirk hê jî astengiyek e mezin e. Ji ber vê yekê hêzên welatparêzên Kurd û hemû hêzên demokrat hewce ye gelek bi diqqet bin.

Permissions in this forum:
Tu nikarî bersîv bide ser mesajên li ser vê forumê.
|
|
Fri Jun 29, 2012 4:09 am by admin
» کود12 ریکلام
Fri Jun 29, 2012 4:07 am by admin
» lara m
Wed May 30, 2012 3:49 pm by admin
» چهوا ئیمێلهکێ هوتمێل بو خو دروستکهی
Sat Jan 14, 2012 3:47 am by admin
» Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?
Sat Jan 14, 2012 3:20 am by admin
» Ronahi TV’
Sat Jan 14, 2012 3:19 am by admin
» Serok Barzanî pirotukoleka dîrokî digel Ferensa morkir
Wed Nov 30, 2011 6:25 am by shvan_guli
» موزیکهکا خهمگین
Wed Nov 30, 2011 6:14 am by shvan_guli