Latest topics
Top posters
admin (156) | ||||
shvan_guli (31) | ||||
shvan.nl (10) | ||||
niwar (4) | ||||
bewar-duhoki (2) | ||||
دا ر زين (2) | ||||
support-kurd (2) | ||||
sheto (1) | ||||
lara m (1) |
بابهتێن مالپهری
Loading
پیڤانا حهژێکرنێ
زانینا حهژێکرنێ
زانینا حهژێکرنێ دناڤبهرا دوو کهسا ... ڤالاهیا ئێکێ ناڤێ کهسێ ئێکێ بنڤیسه و ڤالاهیا دووێ ناڤێ دووێ بنڤیسه و تهخمین کلیک که ... ناڤا بپیتێن ئنگلیزی بهس بنڤێسه.Konferensa bazirganiya Kurdistan û Îmaratê destpêkir
Rûpel 1 ji 1
Konferensa bazirganiya Kurdistan û Îmaratê destpêkir
Konferensa bazirganiyê ta Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî û herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û Lubna Xalid Qasimî wezîra bazirganiyê ya Mîrgehên yekgietiyên Erebî (Îmarat) dest bi kar û çalakiyên xwe kir.
Di destpêka lonferensê filmekê dekomentî li ser bizava bazirganê û berhemanînê li herêma Kurdistanê hat nîşan dan.
Serokê hikûmetê di konferensê de gotarek pêşkeşî amadebûna kir û wî di gotara xwe de got: ” Ez hêvîdar im ku ev konferense ji bo peydakirina karê hevbeş di navbera Îmrat û herêma Kurdistanê û pêşketina aborî destpêkek baş be. Aramî û îstîqrar Îraqê û cîbicîkirina destûrê daîm yê Îraqê em weke garantiya herêma Kurdistanê dizanin, garaniyek ku careke din karesatên berê bi ser kurdan dubare nebin. Hikûmeta federe li Bexdayê gelek li ser wê baweriyê ku sektora niftê bi tenê birêve bibe hişke. Vê yekê jî wisa kieiye ku ziyaneke mezin bigihîje warê niftî li sertaserî Îraqê û berhemanîn tê de pêşnekeve.
Salih de berdewamiya axaftina xwe de got: ”Daxazê ji hemû karsaz û sermayedarên li Îraqê û derveyî Îraqê dikim kul i herêma Kurdisttanê investkariyê bikin. Derfetên kar û berhemanînê yên baş li herêma Kurdistanê hene. Kurdistanê deriyê çûna nav deverên din yên Îraqê bakrbînin. Em dixazin vê konferensê ji bo pêşketina rasteqîne ya sektora aborî li Îraqê û herêma Kurdistanê bikin destpêkek. Daxazê ji Îmarat dikim ku bi kesên teybetmend, şareza û pispor ji bo alîkarîkirina herêma Kurdistanê hewil bidin.
Lubna Qasimî wezîra baziraganiya Îmaratê di gotara xwe de got: Ev konferens ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de pêngaveke. Serdana me bo herêma Kurdistanê wê yekê nîşan dide ka em çend giringiyê bi herêma Kurdistanê û Îraqê didin.
Lubnayê di berdewamiya axafitina xwe de got: Di sala 2008ê de dahatê bazirganiya navbera her du aliyan de 3 milyar dolarên amerîkî bûn. Di sala 2009ê gihîûte 5 milyar dolaran. Îraqê li ser astê cîhanê dewlta 11ê û li ser astê dewletên erebî Îraqê dewleta duyeme ku em karê hevbeş pê re dikin. Em hatîne vir daku derfetên kar ji bo berhemanînê payda bikin.
Samî Elerecî serokê konseya berhemanîna niştimaniya Îraqê ku weke nûnerê hikûmeta Îraqê di konferensê de beşdar bû, wî jî gotarek pêşkeş kir û tê de got: Aboriya Îraqê di gelek waran de bi awayekî ber biçav pêşketiye. Em pêşbînî dikin ku aboriya Îraq ji %7 zêde bibe. Ji bo vê qonaxê ev nisbeyeke başe, ji ber ku hemû cîhan di kirîseke aborî re derbas dibe. Me têkeliyên baş digel kompaniyên Îmaratê hene, 70 milyar dolar berhemînerê îmaratî li Îraqê ye.
Rûpel 1 ji 1
Permissions in this forum:
Tu nikarî bersîv bide ser mesajên li ser vê forumê.
|
|
Fri Jun 29, 2012 4:09 am by admin
» کود12 ریکلام
Fri Jun 29, 2012 4:07 am by admin
» lara m
Wed May 30, 2012 3:49 pm by admin
» چهوا ئیمێلهکێ هوتمێل بو خو دروستکهی
Sat Jan 14, 2012 3:47 am by admin
» Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?
Sat Jan 14, 2012 3:20 am by admin
» Ronahi TV’
Sat Jan 14, 2012 3:19 am by admin
» Serok Barzanî pirotukoleka dîrokî digel Ferensa morkir
Wed Nov 30, 2011 6:25 am by shvan_guli
» موزیکهکا خهمگین
Wed Nov 30, 2011 6:14 am by shvan_guli