duhok-xzmat
♥【★】 【★】پولیسێت مالپه‌ری بدیڤ ته‌ ڤه‌ خو توماربکه‌【★】♥【★】♥
Latest topics
» ئیمێلێ یاهوو (Yahoo Email) فێرکرنا دروستکرنا
Fri Jun 29, 2012 4:09 am by admin

» کود12 ریکلام
Fri Jun 29, 2012 4:07 am by admin

» lara m
Wed May 30, 2012 3:49 pm by admin

» چه‌وا ئیمێله‌کێ هوتمێل بو خو دروستکه‌ی
Sat Jan 14, 2012 3:47 am by admin

» Gelo Tirkiye çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?
Sat Jan 14, 2012 3:20 am by admin

» Ronahi TV’
Sat Jan 14, 2012 3:19 am by admin

» Serok Barzanî pirotukoleka dîrokî digel Ferensa morkir
Wed Nov 30, 2011 6:25 am by shvan_guli

» موزیکه‌کا خه‌مگین
Wed Nov 30, 2011 6:14 am by shvan_guli

Top posters
admin (156)
 
shvan_guli (31)
 
shvan.nl (10)
 
niwar (4)
 
bewar-duhoki (2)
 
دا ر زين (2)
 
support-kurd (2)
 
sheto (1)
 
lara m (1)
 

بابه‌تێن مالپه‌ری
Loading
پیڤانا حه‌ژێکرنێ

زانینا حه‌ژێکرنێ

زانینا حه‌ژێکرنێ دناڤبه‌را دوو که‌سا ... ڤالاهیا ئێکێ ناڤێ که‌سێ ئێکێ بنڤیسه‌ و ڤالاهیا دووێ ناڤێ دووێ بنڤیسه‌ و ته‌خمین کلیک که‌ ... ناڤا بپیتێن ئنگلیزی به‌س بنڤێسه‌.

+ =

Gallery


RSS feeds


Yahoo! 
MSN 
AOL 
Netvibes 
Bloglines 


Poll

Şandê firaksiyonên Kurdistanî li Bexda

Vegere ser mijara dawî Mijara din bibîne Go down

default Şandê firaksiyonên Kurdistanî li Bexda

Mesaj by admin on Sat Jun 19, 2010 8:15 pm

Şandê firaksiyonên Kurdistanî li Bexda


Evro, Nîwar Mihemed Selîm


Şandê firaksiyonên Kurdistanî li Bexda bo maweyekê kêm di gel serokê dewleta qanûn bi serokatiya Dr. Kemal Kerkûkî serokê perlemanê Kurdistanê û endamên lîstên din yên siyasî kom bû û şirovekarekê siyasî yê Kurdistanî diyar kir ku ev kombûne bi tenê bo destnîşankirina xalên serekî yên firaksiyona kutleyên Kurdistanî bû.
Li dor rûniştina şandê firaksiyonên Kurdistanê di gel lîsta dewleta qanûn Dr. Ferhad Etirûşî diyar kir ku eve destpêka danûstandinaye di gel layenên siyasî bi rengekê cuda bi taybet firaksiyona kutleyên Kurdistanî ku gehiştiye Bexda bi serokatiya di. Kemal kerkukî serokê perlemanî û di gel da nûnerên partên din yên Kurdistanî dan û standin di gel malikî û di gel lîstên din yên serkeftî kir û bo rojnameya evro got: (bi hizra min eve hindê digehîne ku her lîstekê bernamê xwe yê amadekirî û hemû lîste û firaksiyon dê pêkulê ken û hemû şiyanên xwe mezêxin ku bişêt mezintirîn û pitirîn xalên bernamê siyasî yê wê lîstê bi dest xwe ve bîne bo pêkînana hikûmeta Îraqê û eve jî bi hizra min yekem rûniştina şandê kurdî ye, bitinê divê bizanin ka aya lîstên din yên siyasî çi vê heye û çi amadekiriye).
Endamê nû yê perlemanê Kurdistanê dîsa got: (ez di wê bawerê da me evro ji ber ku tuze li Bexda eger keş û hewa baştir lê hat Dr. Kemal Kerkûkî dê vegere, lê bi dîtina min bitinê wan diviya xalên serekî yên firaksiyonên Kurdistanî diyar bikin da li demê ew di rûnine xwar bizanin ka dê çawan kar li ser hevdu bikin, çunku gelek bilez bûn û fermî nebûn ku bi demjmêran di gel hevdu birûnin).
Hevpeymaniya niştîmanî di navbera Malikî û Hekîm de hate damezirandin û bi vê yekê kursiyên wan bûne 179 û bi gora madê 76 yê destûrê Îraqê dibêje ku mezintirîn firaksiyon di perlemanî de mafê pêkînana hikûmetê heye û bi vê yekê ew dibine mezintirîn firaksiyon, aya tu dibînî ku dê bikarin hikûmetê pêkbîne, di bersiva vê pirsiyarê da Dr. Ferhad Etirûşî diyar kir ku niha cudahiyek di navbera lîsta Elawî û lîsta Malikî û Hekîm de heye ku lîseteyeka nû bi binavê hevpeymaniya niştîmanî pêkînaye û ne serperştîkirina Hesen Elewî bo yekem rûniştina perlemanê Îraqê ji egerê wê yekê bûye ku pêdivî bû ewan nama yekgirtina lîsta xwe pêşkêşî wî kiribaye û got: (her ji ber hindê jî rêk bo Dr. Fû'ad Me'isûm hate pêş ku yekem rûniştina perlemanî birêve bibe). Di berdewamiya axiftina xwe de mamostayê zankoya Duhok got: (her ji ber vê yekê jî boçûnên cuda hebûne ku lîsta îraqî ye dibîne ku pêdivî ye ew hikûmetê pêkibîne çunku wan pitirtirîn deng bi dest xwe ve înabûn di helbijartinan da û şiruvekirina dadgeha fîdiral bi wî rengî ye ku mezintirîn kutle di perlemanî da û bi vî rengî hevpeymaniya niştîmanî dibe mezintirîn kutle û mafê wê ye hikûmetê pêkibîne).
Endamê nû yê perlemanê Îraqê ew jî neveşart ku niha gelek nakukî di navbera her du lîstên şî'an de hene bi taybet bo postê serok wezîrên Îraqê û got: (ewan hemû tişt kirin ku postê serok wezîran bimîne di destê wan her du lîstan de xwe eger Nûrî Malikî jî nebe).
Omer Ciburî endamê lîsta îraqî ye diyar kir ku destûr berçav nahê wergtin ji bo pêkînana kabîna nû ya hikûmetê û eve jî renge kudetayeke di nav perlemanî de.
Ciburî zêdetir jî diyar kir ku kiriyareka ji vî rengî dijî lîsta wan weku kudetayeka siyasî ye li ser hevkariya siyasî.
Mamostayê zankoya Duhok Ferhad Etirûşî li dor van daxûyaniya got: (eve bitinê daxuyaniyên rojnamevanî ne, gelek ya dûre ku kudetayên siyasî li Îraqê bihêne ragehandin). Etirûşî zêdetir got: (xelkek heye divê gelek daxûyaniyên rojnamevanî bidin da pitirtirîn dezgehên ragehandinê behs bike eger ne, kudetaya siyasî gelek ya bi zehmete li Bexda û di van kawdanan de).
Li dor li hev nêzîkbûna Elawî û Malikî, Etirûşî diyar kir ku Hesen Elewî rolekê mezin dibîne bo lêkinêzîkirina van her du lîstan û niha bi nêzîkî ev babete dihê dîtin.
Derbarey ew pêşibîniyên dihêne kirin bo pêkînana hikûmeta nû Mamostayê zanistên siyasî li zankoy Duhok diyar kir ku di siyasetê de hemû tiştek rû dide û got: (boçûnên lawaz hene ku lîsta dewleta qanûn û lîsta îraqî ye bibine yek û postan di navbera xwe de parivekin û dibe postê serokê perlemanî bidine kurdan, dibe nehatina Mam Celal bo perlemanî û gelek tiştên dî).
Di berdewamiya axiftina xwe de got: (eva serî boçûneke û di siyasetê de dibe bibe, lê nîşanên wê lawazin û ya hemû boçûn bo wê diçin ewe ya dê lîstên şî'e postê serok wezîrî di navbera xwe de parivekin û di parivekirina postên din yên siyadî û wezaretan dibe gelek danûstandin û qurbanî dan hebin û hemû pişkdar bin di hikûmetê de).
Li dor ka kurd pitir nêzîkî kê ne hevpeymaniyê di gel bikin endamê perlemanê Îraqê yê nû diyar kir ku du tiştên hene ku ji rûyê mêjûy û hevpeymaniyên berê kurd nêzîktir in hevpeymaniyê di gel her du lîstên şî'e bikin û got: (digel wan em dişên pitir danûstandinê bikin, lê di gel lîsta îraqî ye çunku qewareyekê nûye, ya bi zehmete hevpeymanî di gel wan çunku lîste û boçûn û serkirde di vê lîstê de gelekin).
Li dûmahiyê Etirûşî got: (dîsa dê bîjim pêdivî ye kurd reftareka aqmendane bikin û dûr ji sozê û layenên siyasî berçav werbigirin dûr ji her tiştekê din û daxwazyên Kurdistanê û miletê kurd berçav bike dê berjiwendiyê di gel wî bike û dê berjewenda Îraqê jî berçav wergire).
avatar
admin
رێڤه‌به‌رێ گشتی
رێڤه‌به‌رێ گشتی

Hejmara Nûçeyan : 156
Join date : 2010-05-29
Age : 25
Welat : kurdistan
ئه‌ڤروکه‌ ئه‌ڤروکه‌ : بارانه

Profîla bikarhênerê bibîne http://www.duhok-xzmat.tk

Vegere jor Go down

Vegere ser mijara dawî Mijara din bibîne Vegere jor


 
Permissions in this forum:
Tu nikarî bersîv bide ser mesajên li ser vê forumê.